Rapora Meclîsa Elmanyayê: Tirkiye bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hiqûqa navneteweyî bin pê dike

Meclîsa Federal a Elmanyayê derbarê êrişên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê nîsana 2021’an de li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkeriyê da destpêkirin.

Ev tevgera dagirkeriyê a tirk di meclîsa Elmanyayê de jî ketibû rojevê.

Di 27’ê Nîsana 2022’an de Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbrock li Meclîsa Federal de axivî bû

Baerbrock li hemberî pirsên partiyên mûxalefetê qala ‘parastina rewa’ kiribû û diyar kiribû mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût jî li Meclîsa Federal gotibû,

“Êrişên dewleta Tirk dişibe dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê lê çima hikumeta federal heman helwestê nîşan nade?”

Parlementer Akbûlût serî li Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal da û xwest fêm bike dema Tirkiye êrişî axa Başûrê Kurdistanê dike, cihê vî tiştî di hiqûqa navneteweyî de heye yan na.

Derket holê ku di hiqûqa navneteweyî de cihê vê êrişê tune û serweriya Iraqê tê binpêkirin.

Rapor di 17’ê Gulana 2022’an de hatiye amadekirin û 20 rûpel e.

Back to top button