Dagirkeran gundên Şehba û Şêrewa topbarankirin

Êrişên dagirkeran yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Artêşa tirk a dagirker çeteyên xwe careke din bi dijwarî gundên Şehba, Efrîn, Til Temir û Dirbêsiyê topbarankirin.
Di êrişa li ser Til Temirê de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Suryanî birîndar bû

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomin..

Dagirkeran îro careke din êrişî herêmê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir..

Zêdetirî 20 obîsan li derdorê ketin.

Gundê Semuqa yê kantona Şehbayê jî hat hedefgirtin û zirar li zeviyên genim bû û şewat derket..

Di êrişa li ser Til Temirê de şervanekî Asûrî birîndar bû

Di seatên piştî nîvro jî dagirkeran gundê Til Tewîl ê Asûriyan ê li rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Di encamê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî yê bi navê Andre birîndar bû.

Şervanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.

Gelek zirar li gundên Til Temirê bûn

Herwiha zirar li derûdorê jî bû û encama vê topbaranê jî di van dîmenan de diyar dibin..

Dibistana gund û piraniya malên gund wêran bûn.

Zirar li mizgeftê jî bû, tora kehrebeyê ya gund jî xirab bû..

Duh danê êvarê jî leşkerên artêşa Tirk gule li gundên Dirbêsiyê jî reşandin û karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, astengkirin.

Back to top button