Di êrişa li ser Til Temirê de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Suryanî birîndar bû

Artêşa tirk a dagirker duh bi dijwarî gundê Til Temirê , Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.
Di êrişa li ser Til Temirê de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Suryanî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Di encamê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Andre birîndar bû.

Şervanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.

Li hêleke din Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Medyonê yê Şehbayê topbaran kir.

Beriya wê bi çend saetan jî, hêzên dagirker bi dijwarî êrişî navçeya Til Rifetê kirin.

Di encamê de ziyanên mezin gihiştin milkên welatiyan.

Di danê êvarî de dagirkeran gule li gundewarê Dirbêsiyê jî reşandin û karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, astengkirin.

Back to top button