Duh Israîlê ji bilindahiyên Colanê êrişî gundewarên Şamê kir.
Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da .
Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand:
“Îsraîlê ji aliyê Colana Sûriyê ve bi mûşekên zemîn-erd li gundewarê Şamê êrîşek pêk anî .
Û hin nuqteyên li başûrê Şamê kirin armanc.
Di encam de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyanên madî jî çêbûn.
Ji aliyê xwe ve, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşker kir ku sê efser hatin kuştin û çar kesên ku di berewaniya esimanî de cih digrin jî birîndar bûn e.