Projeya jiyan a çandiniyê, bihayê sebzeyên li sukê erzan dike

Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Dêrikê ji bo peyda kirina kar hem jî ji bo dabînkirina berheman bi buhayeke baş projeya Jiyan vekir..
Divê projeyê de hemû cûreyên sebzeyan bi destê jinan têne çandin.

Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Dêrikê her ku diçe qada aboriya xwe berfirehtir dike.

Di projeyê de sebzeyên havîn û zivistanê têne çandin û di sûkan de bi buhayên kêmî yên sûkan têne firotin.

Ev jî keysbazkirina bazirganan dişikîne û piştgiriyê dide aboriya herêmî.

Bi sedan jin di projeya Jiyana ya girêdayî Komîteya Aboriya Jinan de kar dikin.

Di projeya Jiyan de sebze li gorî demsalan tê çandin.

Rêvebera projeya Jiyan Meyasa Farûq li ser projeyê axivî û diyar kir ev du salin wan dest bi projeya Jiyan kiriye.

Meyasa Farûq da zanîn ku sebzeyên ku ew berhev dikin bi buhayeke baş difiroşin sûkên herêmê û wiha domand:

Meyasa Farûq ragihand ku wan 31 hektar sebzeyên havînê û 20 hêktar jî genimê avê çandine.

Yek ji jinên ku di projeya Jiyan de dixebite Newal Casim e.

Newal Casim dibêje;

“Projeya Jiyan derfeta kar ji jinan re peyda kir ku bikaribin di rewşên zehmet de alîkariya malbatên xwe bikin.”

Back to top button