Pîspora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrişên li ser Rojava nirxandin

Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrişên dewleta tirk a dagirker û helwesta hêzên garantor yên li herêmê nirxand. Arzû Yilmaz diyar kir ku DYA’yê bi helwesta rê li ber êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye.

Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrişên Tirkiyê û helwesta DYA û Rûsyayê nirxand..

Arzu Yilmaz diyar kir ku dewleta Tirk ji zû de ye amadekariyên êrişên li dijî Rojava dike û got:

Arzû Yilmaz: Bertekên DAY û Rûsya li dijî êrişên Tirkiyê demkî n

Îtirazên DYA û Rûsyayê li dijî êrişan îtirazên demkî ne..

Lê em dibînin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ji sala 2015’an ve veguherîne têkiliyên stratejîk.

Tirkiya di 6 salên dawî de ji bo êrişî Rojava bike, gelek hevdîtinan pêk tîne.”

Arzu balkişand ser rewşa bi “bihara ereban” re li Rojhilata Navîn dest pê kir ku pêre tifaq ji hev veçiriyane û got:

“Diyarkirina aliyan, nexasim Tirkiye, hem ji bo rojavayê hem jî ji bo Amerîkayê pir girîng e.

Lewma Tirkiya di pêvajoyeke wisa de, polîtîkayên xwe yên tund diceribîne.”

Di dewamê de Arzûyê helwesta DYA ji bo êrişên Tirkiyê rexne kir û wiha domand:

“Xwerêveberiya li Rojava li seranserê cîhanê tê qebûlkirin, lê DYA ji modela xwerêveberiyê wêdetir, radibe têkoşîna Rojava ya li dijî DAIŞ’ê berbiçav dike.

Yanî me heya niha ji bo xwerêvebirina gelên Rojava tu alîkarî nedîtiye.”

Arzû Yilmaz: Tirsa Tirkiyê û DAY avakirina modela xwerêvebirinê ye

Pispora Rojhilata Navîn Arzu Yilmaz bal kişand ser daxuyaniyên DYA’yê ku dibêje ew fikarên Tirkiyê fêm dike û wiha bi dawî kir:

“Ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye?

Ji xwe hat fêmkirin ku tu eleqeya êrişa li Kolana Îstiklalê bi PKK û YPG’ê re tune ye.

DYA carinan bi bêdengiya xwe carnan jî bi şermezarkirinên xwe yên sivik, pêşî li ber êrişên Tirkiyê vedike.

Sedema vê jî, tirsa ku li Rojava modeleke xwerêveberiyê bê avakirin e”

Back to top button