Emîne Osê: Ji par ve şêniyên Siwêdayê banga Rêveberiya Xweser dikin

Ji hermên din ên Sûriyê banga xwerêvebirin û pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser tê kirin. Jê jî Siwêda ye ku şêniyên wê çend roj bûn li qadan bûn.
Têkildarî vê, Emîne Osê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibêje: Projeya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo vê herêmê, dikare ji bo tevahî herêmên Sûriyê were pêk anîn. Emîne Osê bang li şêniyên Siweydayê kir ku xwe bi rêxistin bikin. 

Êdî ji deverên din ên Sûriyê bangên pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser tên kirin.

Ji ber tenê ev proje; weke çareseriya aloziya li Sûriyê û çareya herî serkeftî tê dîtin

Bang û xwestekên şêniyên Siwêdayê, mînaka herî berbiçav a vê gotinê ye.

Demek bû şêniyên wê li qadan bûn û banga bicihanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser li bajarê xwe dikirin.

Der barê mijarê de, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Emîne Osê anî ziman projeya rêveberiya xweser ne tenê ji bo herêmê; tecrubeyek e dikare li hemû herêman, were pêkanîn û got:

“Şêniyên Siweydayê ji sala borî ve banga rêveberiya xweser dikirin, lê ji ber dezgehên alîgirên rejîmê ev xwestek derneket. Li hemû herêmên rejîmê, ji ber nebaşbûna rewşa debarê, şênî zehmetiyan dibînin. Siweyda çirûska destpêkê bû û banga başkirina rewşê û Rêveberiya Xweser kir.”

Emîne Osê: Em bi xwestekên şêniyên Siwêdayê re ne

Emîne Osê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser her tim banga çareserkirna aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên Sûrî- Sûrî kiriye û piştgiriya xwe ya bi xwestekên şêniyên Siweydayê re nîşan da.

Emîne Osê: Bila şêniyên Siwêdayê li ber xwe bidin heta xwestekên wan bi cih bên

Emîne Osê bang li şêniyên Siweydayê kir ku xwe bi rêxistin bikin, nebin girêdayî ajindeyên derve û wiha got:

“Ne bi rêya diyalogên Sûrî be, asyonên çareserkirina aloziya Sûriyê hîn dûr in. Diyalog, çareseriya yekane ye. Ev xwesteka şêniyên me yê li Siweyda û tevahî Sûriyê ye.

Emîne Osê da zanîn dîtina nêrîneke siyasî û sîstemeke ne-navendî girîng e û bang li şêniyên wan herêman kir ku li ber xwe bidin heta ku xwestekên xwe pêk bînin.

Back to top button