Parlanmetera HDP’ê Feleknas Ûca: Azadkirina birêz Ocalan bûye mijareke cîhanî

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca têkildarî kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ piştrast kir divê her kes piştevaniya kampanyayê bike.
Rojnamevan û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî dibêjin:
“Azadiya fîzîkî ya Ocalan wê aşitiyê bîne tevahîherêmê.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca têkildarî komplo û tecrîda li ser Rêber Apo ji ajansa Firatê re axivî.

Feleknas Ûca dazanîn ku hêzên komploger dixwazin bi komplo û tecrîdê pirsgirêka Kurd tine bikin, lê Rêber Apo bi pergala Netewa demokratîk hemû planê wan vala derxist.

Parlamentara HDP’ê bal kişand li ser piştevaniya kampanya ” ji Ocalan re azadî” jî û wiha got:

“Kampanya bi pêşengtiya zêdeyî 6 milyon mirovî li Londonê destpê kir, bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Ocalan e’ li tevahî cîhanê belav bûye.

Ji Amerîka bigre hata bi Ewropa û Rojhilata Navîn, her kes daxwaza azadiya Ocalan dike.

Êdî her kesî fêm kiriye ku bêyî Rêber Apo kes nikare pirsgirêka kurd çareser bike.”

Parlamenter Feleknas Ûca bang li NY, CPT û Konseya Ewropayê kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Apo bi erka xwe rabin.

Rojnamevan û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê: Ger Ocalan azad bibe wê li tevahî herêmê aştî pêk were

Rojnamevan û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê, nirxandin kirin.

Siyasetmedar Raber Reşîd da zanîn ku Ocalan ne tenê kesayetekî neteweyî û siyasî ye, Ocalan bi fikrê xwe bûye zanayekî cîhanî û piştrast kir ger Ocalan azad bibe wê li tevahIya herêmê aştî pêk were.

Rojnamevan Hîwa Hesen Elî jî bişgiriya xwe ya bi pêngava dem dema azadiyê ye anî ziman.

Wî jî bang li hemû kurdan kir ku piştgiriyê bidin pêngavê.

Alîkarê serokê cîk’ê mela Dawûd Ovseme: Divê sala bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe

Alîkarê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mela Dawûd Ovseme jî piştgrî da kampanya ji Ocalan re Azadî û ev got:

“Divê em sala bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Back to top button