Jimara kesên di teqîna li Otelek ya Havana de gihişt 43’an

Bîlançoya qurbaniyên di teqîna li Kubayê de giran dibe.
Jimara kesên di teqîna li paytext Havana de mirîn gihişt 43’an.

Jimara kesên di teqîna 7’ê Gulanê li otela Saratoga ya li paytext Havanayê de zêde dibe.

Rayedaran ragihand ku ji ber teqînê hejmara miriyan derket 43’an.

Lê hêj nehat tespîtkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên otêlê ne yan na.

Berdevkê Otela Saratoga Roberto Enriquez diyar kir ku ji sedî 80’ê yê otêlê ji ber teqînê zirar dîtiye.

Enrîquez ragihand ku tê texmînkirin 3 xebatkarên otêlê yên winda di bin xirbeyan de ne.

Ji aliyê din ve rayedaran diyar kirin ku divê yek ji avahiyên cîran ên ku ji ber teqînê zirar dîtine bê hilweşandin.

Serokatiya Kubayê piştî teqînê daxuyaniyek da û got, sedema teqînê gazê derketiye.

Back to top button