Şehîd Botan Kobanê.. Ji bo hesreta azadiyê ya gelan diçe çiyayên Kurdistanê

Ji 6 şehîdên berxwedana li qada Zendûra yek jê şehîd Mecîd Hebîb Faris bi nasnav Botan Kobanê ye. Şehîd Botan li Reqayê ji dayik bûye û bi xwe Ereb e. HPG’ê got şehîd Botan wekî milîtanekî xurt ê felsefeya Apocî yê enternasyonal, di nav dîroka berxwedanê ya gelan de bû xwediyê cihekî taybet.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG der barê kesayet û têkoşîna Botan Kobanê di daxuyaniya xwe de agahî da.

Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmê û Reqayê kirine, Botan Kobanê bi çavên xwe zilm û zora çeteyan li ser gelên Ereb û Kurd dîtiye û biryar daye li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire.

Di daxuyaniyê de wekî din li ser Şehîd Botan tê gotin:

”Hevrê û hevalê me Botan Kobanê ji felsefeya Rêber Apo hez kir. Ji ber ku wî dît bajarê wî Reqa çawa bi vê felsefeyê hat rizgarkirin. Hemin ji vê bû, li ser vê felsefeyê hûr û kûr hizirî.

Bi vê baweriyê Mecîd Hebîb biryar da ku bibe Apoyiye kî rast û di nav refên Têkoşîna Azadiyê de bûye milîtanekî ji dil.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ’ê li Bakur û Rojahilatê Sûriye yê bênavber têkoşîn meşand.

Ji bo hesreta azadiyê ya gelan berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Di jiyana xwe ya gêrîlatiyê de, kir ku hevalên wî jê hez bikin û rêzê jê re bigirin.

Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker, cihê xwe di nav berxwedanê de girt û derbên giran li dagirkeran xist.

Bi qehremanî û berxwedana li Zendûrayê, di dîroka têkoşîna gelê Ereb û Kurd de bû destanek.

HPG’ê di dawiyê de diyar kir şehîd Botan wekî milîtanekî xurt ê felsefeya Apoyî yê enternasyonal, di nav dîroka berxwedanê ya gelan de bû xwediyê cihekî wê qet neyê jibîrkirin.

Back to top button