Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê 278 roj in dewam dike. Derbarê 9 jinên di girtîgeha Xarpêtê de jî ji ber stranên Kurdî gotine, cezayê peywendî û hevdîtinê hatiye birîn.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.

Çalakiya girtiyan bi koma 50’emîn, di roja 278’an de ye.

Çalakiya xwedîderktinê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 257 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 240 roj li pey xwe hiştin.

Ji ber stranên kurdî girtiyên jin hatin cezakirin

Li aliyekî din jî binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyê bêserûber didomin.

Li Girtegeha Jinan a Xarpêtê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di nav de, derbarê 9 jinên girtî ji ber stranên Kurdî gotibûn lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin.

Rêveberiya girtîgehê, bi heman buhaneyê, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li 9 jinan birî.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di encama lêpirsînê de, mehek cezayê hevdîtina telefonê û hevdîtina bi malbatê re, li 9 girtiyan hatiye birîn.

Parêzer Ekîn Yeter jî li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind bi lêgerîna tazî re rûbirû mabû.

Derbarê vê lêgerînê de lêpirsîn hat destpêkirin.

”Tecrîd sûcekî dermirovî ye, li dijî wê emê têbikoşin”

Endama Tevgera ciwanan a li kampa Serdem a Şehbayê Rengîn Mihemed jî da zanîn ku tecrîda li ser rêber Ocalan sûcekî dermirovî ye û di kesayeta rêber Ocalan li dijî gelê Kurd tê sepandin.

Back to top button