Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine, li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên belavkirin.
10 kamyonên alîkariyên mirovî yên ku xelkê Silêmaniyê kom kirin e, 5’ê Nîsanê gihaştin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Alîkarî mehekê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibûn astengkirin.
Di 6’ê Nîsanê de komîteya têkildar dest bi belavkirina alîkariyan kir.
Belavkirin dewam dike û rojane alîkarî li 400 malbatan tên belavkirin.
Endama komîteyê, Necwa Mihemed li ser belavkirina alîkariyan got:
“Me kamyonên alîkarê ku xelkê Silêmaniyê şandibûn wergirtin.
Alîkarî bi rêya komînan tên belavkirin.
Alîkarî ji cil, nivîn û madeyên xwarinê pêk tên.