Komîteya Têkiliyên Derve ya PJAK’ê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê, şermezar kir û banga xwedîderkatina li Silêmaniyê kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê êrişê de daxuyaniyek weşand û tê de ev tişt got:
Êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê kir.
PJAK’ê êriş şermezar kir û piştgiriya xwe dan nîşandan û diyar kir ku ew li benda helwesteke yekgirtî ya xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
PJAK’ê di dawiyê de got:
“Em bang li civaka navneteweyî, Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin, êdî li beramberî van êrişan bê deng nemînin û dawî li dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bînin.