Mitsotakis kabîne ya xwe ya nû eşkere kir

Serokê Partiya Demokrasiya Nû Mitsotakis yê di hilbijartina li Yewnan de biser ket, kabîneya xwe ya nû eşkere kir.
Yarapetritis bo Wezîrê Karê Derve û Dendias yê di nava welat de ji nêz ve tê naskirin jî bo Wezîrê Parastinê.

Piştî hilbijartinên giştî yên li Yewnanîstanê hatin kirin, endamên kabîneya Serokwezaretiya Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Nû Kiryakos Mitsotakis diyar bûn.

Dendias bo wezîrê parastinê yê Yewnanîstanê

Berdevkê hikumeta nû Pavlos Marinakis ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê berê Nikos Dendias ji bo Wezareta Parastinê hatiye wezîfedarkirin.

Nikos Dendias ê 63 ku wek navekî naskirî û serkeftî tê dîtin, di nav kursiyên sereke yên kabîneyê de cih girtiye.

Dendias wê bernameya bicihkirina çekan birêve bibe ku ev yek rastî bertekên zêde yên Tirkiyê hatibû.

Wezîrê berê yê veguhestin û dewletê Yorgos Yeropetritis bû Wezîrê Karê Derve yê nû.

Yeropetritis derçûyê ji Dibistana Hiqûqê ya Zanîngeha Atînayê ye.

Doktoraya xwe li Zanîngeha Oxfordê girtiye.

Ji bilî karûbarê şêwirmendiya wezaretên cûda, Yeropetritis di heman demê de di desteya berpirsiyar partiya xwe de jî cih digirt.

Endamên kabîneya nû wê sibe piştî sondxwarinê bi merasîma radestkirinê dest bi karên xwe bikin.

Di hilbijartinên giştî yên doh de, li gorî encamên nefermî, Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Mîtsotakis ji sedî 40.55 dengan bi dest xistibû.

Bi vî awayî ji 300 kursiyên parlamenê 158 bidest xist.

Hibijartin ji bo mixalîfê jî weke têkçûneke giran hate pênasekirin.

Li Yewnan serdema 2. a Mitsotakis despê dike

Back to top button