Rapora salane ya nifûsa girtîgehên Ewropayê hate weşandin

Konseye Ewropayê rapora salane ya li ser nifûsa girtîgehên Ewropayê (SPACE I) weşand.
Li gorî daneyên heta 31’ê Çileya 2022’an 981 hezar û 575 girtî di girtîgehên Ewropayê de ne.
Ji wan bêtirî 330 hezar girtî di girtîgehê Tirkiye de ne.
Bi vê yekê re Tirkiye weke welatê girîtîgeha herî mezin ya Ewropa tê dîtin.

Konseye Ewropayên îro rapora salane ya li ser nifûsa girtîgehên Ewropayê (SPACE I) weşandin.

Li gorî raporê rêjeya girtîgehên li Tirkiyê di 17 salên dawî de ji sedî 369 zêde bûye.

Tirkiye di mijara girtiyan de li Ewropa yekem e

Tirkiye xwediyê hejmara herî zêde a girtîgehên li Ewropayê ye.

Piştî kêmbûna vîrûsa Covid-19, nifûsa girtiyan li seranserê Ewropayê zêde bûye.

Li gorî daneyên heta 31’ê Çileya 2022’an, 981 hezar û 575 girtî di girtîgehên Ewropayê de ne.

Ji wan bi giştî 330 hezar û 945 girtî di girtîgehê Tirkiye de ne.

Bi vê yekê re Tirkiye di rêza yekem de cih digire.

Îngilîstan û Wales (79 hezar û 92), Polonya (71 hezar û 874) û Fransa (69 hezar û 964) jî vê rêzê dişopînin.

Li Tirkiyê di nava 17 salan de ji sedî 369 girtîgeh zêde bûne

Li gorî raporê ji 2005-2022’an rêjeya girtîgehan li Tirkiyê ji sedî 369 zêde bûye.

Piştî Tirkiye ji sedî 61 Albanya, ji sedî 49 Sirbîstan û ji sedî 35 Yewnanîstan tê.

Di heman demê de hejmara girtiyan li Estonya ji sedî 50, li Letonyayê ji sedî 45 û li Hollandayê jî ji sedî 43 kêm bû.

Temenê navînî yê nifûsa girtiyan li Ewropayê 38 sal e.

Bulgaristan bi temenê navînî 31 sal xwedî nifûsa herî ciwan e.

Li Ewropayê ji her 100 girtiyan tenê 5 jin in.

Di nava welatên ku herî zêde jin di girtîgehan de cih digirin Monako, Andorra û Komara Qibrisê di rêzên yekem de ne.

Ji sedî 19’ê mehkûmên di girtîgehên Ewropayê de ji ber sûcên narkotîkê ne.

Her wiha ji wan ji sedî 15 ji ber diziyê û ji sedî 14 jî ji ber kuştin an jî hewildana kuştinê hatine girtin.

Back to top button