Li Bakurê Rojhilatê Afrîka 60 mîlyon mirov di bin gefa birçîbûnê de ne

Bernameya Xurekan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) diyar kir li Bakurê Rojhilatê Afrîkayê 60 milyon mirov di bin gefa birçîbûnê de ne.

Li gorî WFP’ê li herêmê 5 milyon zarokên temenê wan biniya 5 salî nikarin têr xwarinê bixwin.

Li Somalî û Sûdana Başûr bi hezaran mirov di nava hefteyekê de bi tenê çend caran dikarin xwarinê bixwin.

Di nav sedemên vê krîzê de şewba çûkan, şerên çekdarî, şewbên wekî Ebola û kolerayê û bihayên zêde yên xurekan hene.

Di sala 2016’an de 26 milyon mirov di bin gefa birçîbûnê de bû lê îsal ev hejmar bûye 60 milyon.

Neteweyên Yekbûyî berê diyar kiribû ku pêdiviya wan bi 178 milyon dolaran heye lê bi tenê ji sedî 20’ê vê pêwistiyê hatibû peydakirin.

Back to top button