Koçberên Efrînê: Divê gelê Başûr li dijî siyaseta PDK’ê bisekine

Ji koçberên Efrînê jî bertek û nerazîbûnên tund li ser serdana serçete Nesir El-Herîrî ji bo Hewlêrê, derketin. Koçberan anî ziman ku pêşwazîkirina PDK’ê ji kujerên gelê Kurd re, dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk û bang li gelê Başûr kir ku li hemberî siyasetên PDKê yên dijberî gelê Kurd bisekinin. LI aliyê din 18 Rêxistinên Sûrî jî bi daxuyaniyeke hevbeş pêwaşîkirina PDK’ê ji Herîrî re şermezar kir.

Ev berteka koçberekî Efrînê li dijî pêşwazîkirina Mesûd Berzanî ya ji bo Serçeteyê Itîlafa Sûrî Nesir El-Herîrî ye..

Şênî, Hesen Birîmko ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên El-Herîrî koç bûye û niha li Şehbayê dimîne.

2 roj berê serçeteyê “Îtîlafa Sûrî” ya girêdayî dagirkeriya Tirk, Nesir El-Herîrî û gelek endamên ENKS’ê li Hewlêrê, bûn mêvanên PDK’ê.

Ev civîna ku li Başûr çêbûye hemwextî sûcên domdar ên çeteyên Îtîlafê û komên terorîst ên ku fermanên xwe ji dagirkeriya Tirk digirin, pêk hat.

Birîmko diyar kir ku PDK’ê kujerê jin û zarokên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî ku wan ji cihê wan jî koçber kirin û mal û milkên wan talan kirin, pêşwazî dike, da ku lihevkirinên ku tenê xizmeta dagirkeriya Tirk dikin, îmze bikin.

Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dijminatiya Kurdan, li Başûrê Kurdistanê PDK’ê ji bo êrîşên li dijî HPG bi kar tîne.

Li Sûriyê jî ji bo ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne, çeteyên “Îtîlafa Sûrî û artêşa Niştimanî ya Sûrî” kiriye amûr.

Koçberekî din ê Efrînî li hêviya Barzanî bû ku ji bo rizgarkirinê Efrînê kar bike, lê hevkarî kir û ev bang li hikumeta Başûr kir.

18 Rêxisitnên Sûrî bang li Başûrê Kurdistnê kir ku kujerê gelê Kurd bigire

Pêşwazîkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê ji kujerên gelê Kurd re rastî bertekên din ên tund hatin.

18 Rêxistinên Sûrî bi daxuyaniyek hevbeş pêwaşîkirina PDK’ê ji Herîrî re şermezar kir û pêşwaşîkirin weke piştgiriya wan da sûcên wan zêdetir bikin, bi nav kir.

Rêxistinên Sûrî bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku wan berpirsên sûcên şer û qirkirin û kuştina der heqê Sûriyan de pêk anîne, bigirin.

Back to top button