Li Herêma başûrê Kurdistanê ev çend rojin pirsgirêka kêmbûna tûpên gazê heye. Li dijî vê pirsgirêkê kesên tûpan difroşin li ser riya di navbera Silêmanî û navçeya Çemçemal de rê li peşiya tankerên veguhestina gazê girtin.
Li dijî kêmbûna tûpên gazê heta niha li çend bajaran çalakî hatin lidarxistin û daxwaziya çareserkirina pirsgirêk hatiye kirin.
Rayedarên Partiya Demoktara Kurdistane (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser mijarê hevdu gunebar dikin.