Li dijî zext û girtina çalakvanan li Hewlêr û Behdînan, Çalakvan û Rojnemevanên Hewlêrê destnîşan kir ku desthilata Herêmê heman siyaseta Erdogan dimeşînin.
Çalakvanê bi navê Danyal Zengene diyar kir ku, ev demeke li Hewlêr û Dihokê pêla girtina welatî, çalakvan, rojnamevan û kesên azadîxwaz hatiye destpêkirin.
Danyal anî ziman ku ev yek nîşan dide PDK’ê ji gelê nerazî ditrste û mîna Erdogan girtîgeh ji kesên azadîxwaz tije kirine.
Rojnamevan Hawrê Necat jî got:
“Armanca girtin û zextên ku li Hewlêr û Dihokê ew e ku dengên azad yên ku hene bêdeng bikin.
Pêwîste paralemento ji bo vegerandina mafên welatiyan bixebite.
Ji ber desthilat siyaseta hizba Baas li bîra mirov tîne ku karê wan girtin û kuştin bû.”