Şandeyên DYA û Rûsya ji bo stratejiya aramiyê lihev dicivin

Tevî gefxwarin û tewambariyan, şandeyên Rûsya û DYA 28’ê Tîrmehê wê li ser mijara aramiya stratejîk nîqaş bikin.

Wezareta Derve ya Rûsya li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê civîna 16’ê Hezîranê ya navbera Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin û Serokê DYA Joe Bide ya li paytexta Swîsre Cenevê bibrxist û wiha got:

“Şandeya Rûsî dê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên derve yê Rûsya Sergey Ryabkov û yê şandeya DYA jî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA Wendy Sherman bike. Di civînê de, mijarên têkildarî parastin û xurtkirina aramiya stratejîk û kontrolkirina çekan dê werin gotûbêj kirin. “

Back to top button