Greva birçîbûnê li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê berdewam e

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk yên ji bo azadiya rêber Apo di roja 131’an de dewam dike.
Parêzeran îro dîsa ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Kurdên li bajarê Kolnê yê Almanyayê jî ji bo azadiya Rêber Apo nameyek ji Netewên Yekbûyî re şand.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Apo li girtîgehan hat destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 27’emîn di roja 131’an de dewam dike.

Girtiyan didin zanîn ku heya daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiyên grevê li kampa Mexmûrê û kampa Lavrîo ya Yewnanistanê didomin

Bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê li kampa Mexmûrê di roja 110’an de dewam dike.

Çalakiya penaperên Kurd li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 93’an de ye.

Parêzeran ji bo Rêber Ocalan bibînin serî li serdozgeriyê da

Parêzerên Rêber Ocalan jî ji bo karibin Rêber Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbat û parêzerên Rêber Ocalan ji 14’ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin.

Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî, destûr hatibû dayin ku Rêberê Ocalan di 25’ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re biaxive, lê ev telefon jî hatibû birîn.

Welatiyên Başûr: Divê gelê Kurd û rayedar rabin ser piyan

Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê berteka xwe anîn ziman û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê zextê li dewleta Tirk bikin.

Polîsên Fransayê 2 ciwanên Kurd binçav kirin

Ciwanên Kurd duh, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo, li ber avahiya CPT ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiyek rûniştinê pêk anî.

Lê hêzên ewlehiya Fransayê, bi tundî êrîşî ciwanên Kurd kir û 2 ji wan binçav kirin.

Ev êrîş li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi çalakiyekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate şermezarkirin.

Ciwanan ji CPT xwest ku li hember tecrîdê dawî li bêdengiya xwe bîne û bi erka xwe rabe.

Kurdên li Kolna Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo nameyek ji NY re şand

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo azadiya Rêber Ocalan ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonîo Gûterres re nameyek şand.

Ji bo azadiya Rêber Ocalan heftane bi sedan îmze li Kolnê tên komkirin.

Back to top button