Hêzên hikumeta Şamê gundên başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.
Êrîş û şerê navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk dewam dikin.
Her dawî jî, hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitîra, Kensefra, Sifuhin, Filêfil, Riwêha û Benîn ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Herêmên El-Enkawî li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê jî ji aliyê hikûmeta Şamê ve hat topbarankirin.
Di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de jî, êrîşên bi çekên giran li derdora El-Enkawî ya Hemayê pêk hatin.