Li gundewarê Eyn Îsayê rê girtin û seyareyek sivîlan dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundên Ebû Sira û Istîrahet Seqir de yên Eyn Îsayê girtin, li du sivîlan dan û erebeya wan ji wan standin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundên Ebû Sira û Îstîrahet Seqir de yên girêdayê navçeya Eyn Îsayê girtin, du welatî lêdan kirin û erebeya wan ji wan standin.

Xwediyê Erebeya ku hate dizîn Samir Nezîr El-Desoqî têkildarê bûyerê axivî û diyarkir ku dema ku ew û pismamê xwe ji bajarê Minbicê vedigeriyan li ser rêya di navbera Ebû Sira û Îstirahet Seqîr de 6 çete li ser rê bi çekên RPG ve pêşiya wan digre û wan lêdan dikin û erebeya wan ji wan distîne.

Samîr dazanîn ku piştê ku çeteyan seyareya wan desteser kirin ber bi heremên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve çû.

Samir destnîşan dike ku wî, piştî sivîlek bi erebeya xwe di rê de derbas bû wî ew sekinand û bi pismamê xwe yê vegeriya bendeke kontrolê ya QSD’ê û şervan li ser buyerên agahdar kirin.

Leave a Reply

Back to top button