Ebru Demîrtepe: Cezayên dîsîplînê nîşaneya rejîma înfaza taybet e

Parêzera OHD’ê Ebru Demîrtepe li dijî tecrîda giran ya li ser rêber Abdullah Ocelan bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û saziyên cemawerî kir ku bi hev re ji tecrîdê re bêjin na.

Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Ebru Demîrtepe tecrîda giran ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nirxand.

Ebru Demîrtepe da zanîn ku di hiqûqê de mijareke wek rejîma înfaza taybet tune ye û got:

“Li Îmraliyê rejîma înfazê pêk tê. Bi hincetên kêfî ceza didin girtiyan.

Cezayên dîsîplînê nîşaneya rejîma înfaza taybet e. Li girtiyekî rejîmek wisa taybet nikare pêk bê.

Dixwazin nokteyek taybet a hiqûqê rejîmekê biafirînin.”

Ebru anî ziman ku li Tirkiye maf û hiqûq tên binpêkirin û wiha domand:

“Ne di destûra bingehîn, ne di qanûn û ne jî di hiqûqa navneteweyî de cihê tecrîdê bi tu awayî tune ye.

Mafê Hêviyê yek ji peymanên ku Tirkiye alîgirê wê ye.

Îro li gorî peyaman ku Tirkiye alîgirê wê ye kesek seranserê jiyanê nikare girtî bimîne.”

Ebru Demîrtepe: Şikandina tecrîdê ji bo çareseriyê gavek girîng e

Ebru Demîrtepe da xuyakirin ku vekirina deriyê Îmraliyê dê çareseriyê bi xwe re bîn û wiha anî ziman:

Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de dilxwaz nînin.

Me gelê Kurd bi dehan carî anî ziman. Şikandina tecrîdê ji bo çareseriyê gavek girîng e.

Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk pirsgirêka Kurd cidî nagire. Dewlet gavên pêwist navêje.”

Di vî alî de ez bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û saziyên cemawerî dikim ku bi hev re ji tecrîdê re bêjin na.

Back to top button