Sibe Kurd û dostên xwe li Almanyayê wê li dijî dagirkeriya Tirk rabin

Bi durûşmeya “Kurdistanê Biparêze” sibe li Almanyayê meş û mitîngeke mezin tê lidarxistin. Bi hezaran Kurd û dostên xwe wê li dijî êrişên dewleta Tirk û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal bang tevlîbûnê li her kesî kir.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê, sibe wê li dijî êrişên dewleta Tirk çalakiyeke mezin pêk were.

Meş û mitînga bi navê “Kurdistanê Biparêze” wê li bajarê Dûssldorfê pêk were.

Di çalakiyê de, êrişên ku 17’ê Nîsanê li dijî Qadên Gerîlla û gefa Tirkiyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê wê bêne şermezarkirin.

Li ser mijarê Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal ji Ajansa ANF re aixîv.

Kartal anî ziman ku rêjîma Tirk bi wergirtina encama ji êrişên 17’ê Nîsanê plan kir ku ew ê desthilata xwe mayînde bike û got; Konsepta wan neçû serî. Berevajî ber bi têkçûnê ve diçe. Ji ber ku nekarî li hemberî berxwedana gerîlla xwe bigre, dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe li Rojavayê Kurdistanê fereh bike.

Remzî Kartal anî ziman ku li hemberî dagirkeriyê 25’ê Hezîranê li Dûsseldorfê wê dengê gelê Kurd û dostên wan bilind bibe û got; Banga me ji bo Kurdistanî, dijberên faşîzmê, gelên Tirk, Ereb, Ewrûpî û dostên enternasyonal ew e ku beşdarî meşê bibin.

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û dagirkeriyê divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hevserokê KONGRA-GEL bi bîr xist ku dewleta Tirk her bi piştgiriya dewletên Ewrûpayê êrîşî Kurdan dike û got:

Bêdengiya Ewrûpa ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk e.

Di vî warî de berisyariya herî mezin jî ya NATO ye.

Helwesta dawî ya sekreterê NATO ku xwedîgiravê maf dide dewleta Tirk, erêkirina qirkirina Kurdan e.

Eşkere û li pêş çavên cîhanê, dewleta Tirk li hemberî Kurdan terorê dike. Dewleta Tirk dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. NATO û hevalbendên wê jî destekê didin vê siyasetê.

Back to top button