Serokomarê Fînlandiya Niinisto: Ez nafikirim ku beriya Îlonê em beşdarî nato bibin

Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinisto dibêje ew bawer nake ku beriya Îlonê beşdarî nava natoyê bibin.

Sauli Niinist di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona dewletê ya Fînlandiyayê YLEyê de behsa pêvajoya têkiliyên bi Tirkiyê re yên bo endamtiya NATO yê kir.

Niinisto teqez kir ku Tirkiye di derbarê daxwazên xwe de gav paşde neavêt û got, “Tevî vê yekê jî di danûstandinan de pêşketin hene û danûstandin dewam in.

Ez bawer nakim ku di Civîna Bilind a NATO ya li Spanya de, bi Tirkiyê re bigihêjin rêkeftinekê.

Ez bawer nakim ku em beriya Îlonê bikevin NATOyê.”

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Linde jî di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Swêdê TT re derbarê pêvajoya endamtiyê de nirxandin kir.

Lînde têkildarî hevdîtinên doh li Brukselê pêk hatî de, axivî û got: “Hevdîtinên çêker pêk hatin û li vir ya herî girîng ew e ku hevdîtin bidomin.”

18’ê Gulanê Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATO serlêdan kiribûn.

Lê Tirkiye endamtiya Swêd û Fînlandiyayê bi hinceta ku gelê kurd li wan welatan dikarin xebatên xwe bikin bertek nîşan dide.

Back to top button