Li Lîbya ya ku xwedî du hukumet û hêzên cuda, çareseriyeke bo dema nêz xuya nake. Fethî Başaga yê ji aliyê Meclisa Nuneran ve weke serokwezîr hatî hilbijartin nexeşya xwe ya rizgarkirina Lîbiyan ji krîza aborî, siyasî û ewlekariyê eşkere kir.
Di asoyên Lîbyayê de aramî xuya nake.
Li welat ji ber cudabûna hikumet û hêzên leşkerî metirsiya derketina şerekî heye.
Fethî Başaga ê ku ji aliyê Meclisa Nûneran a li Tobrûka li rojhilatê Lîbyayê ve weke serokwezîr hat hilbijartin, nexşerêya ku wê welêt ji pirsgirêkên aborî, siyasî û ewlehiyê xilas bike bi raya giştî re parve kir.
Başaga di daxuyaniya nivîskî de, mijarên ku di nexşerêya xwe de li ser rawestiyayî eşkere kir.
Li gorî nexşerêya nû, piştî kaosa deh salan, ew ê çend tedbîrên ku welat ber bi hilbijartinan ve bibin û di zûtirîn dem de hilbijartinên serokomarî û parlementoyê bên lidarxistin heye.
Başaga diyar kir ku ew ê “Koordînatoriya Bilind a Hilbijêr û Karûbarên Hilbijartinê” ava bikin û ji bo hilbijartinan gavên pêwîst bên avêtin, li ser dem û mijarên teknîkî bixebitin.
Di çarçoveya nexşerêyê de soza pêşxistina aboriyê jî da û diyar kir ku ji bo vê jî divê di warê îstiqrar û berpirsiyariya aborî de hin guhertin bên kirin.
Başaga di dawiyê de destnîşan kir ku divê ewlehî bê temînkirin, di hilbijartinan de mafê dengdanê ji her kesî re bê misogerkirin û di hilberîna petrolê de îstîqrar bê misogerkirin.
Ji Sibatê ve Libya ji aliyê 2 hikumetan ve tê rêvebirin
Ev demeke Lîbya ji aliyê 2 hikumetan ve tê rêvebirin.
Piştî ku hilbijartinên 24’ê Kanûnê li Lîbyayê nehatin kirin, Meclisa Nûneran a Tobrukê di rûniştina 10’ê Sibatê de, Fethî Başaga weke serokwezîrê hikumeta demkî hilbijartibû.
Meclîsê di 1’ê Adarê de dengê pêbaweriyê dabû hikûmeta Başaga.
Serokwezîrê hikumeta demkî yê berê Ebdulhemîd Dîbeybe, Meclisa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di peymana Cenevê de hatiye diyarkirin sûcdar kir û got;
Ew li ser erka xwe ye û wê erkê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bike.
Başaga di 17’ê Gulanê de bi awayekî surprîz berê xwe dabû Tarablusê.
Piştî şerê çekdarî yê li herêmê di heman rojê de neçar ma ji bajêr derkeve.
Ji ber wê yekê aloziya navbera aliyan de, hîn dewam dike.



