HPG: Li Zap, Avaşîn û Metîna 36 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk Operasyona Tolhildanê pêk anîn. HPG’ê ragihandin di encama rêzeçalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna 36 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn, Dronek hat xistin û 3 çadir jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand;

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a qirker û mêtinger li her derê êrişî gelê Kurd dike, siyaseta înkar û îmhayê pêk tîne û zilmê dike û wiha got, “Ev kiryarên dewleta Tirk bîryardariya têkoşînê, hêrs û hêza Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêdetir dike. Herî dawî herkesî zilma ku li gundê Xaşkan a Elbaka Wanê ku li gelê me yê welatparêz hate kirin, dît.

Çeteyên har û faşîst ên rejima AKP-MHP’ê ku li çiyayên Kurdistanê rojane bi dehan tên kuştin û li pêşberî berxwedana gerîla têk diçin, êrişa li ser gelê Kurd yê bê guneh weke merîfet dibînin.

Lê hêzên me yên parastina gelê Kurdistanê êvara 20’ê Hezîranê Operasyona Tolhildanê a Şoreşger pêk anîn û hesabê êrişên li ser gelê me pirsîn.”

HPG’ê eşkere kir ku Hulusî Akar û Tayîp Erdogan ji bo parastina desthilata xwe dagirkeran bi ser qadên gerîla de dişînin û wan didin tunekirin û wiha dewam kir;

“Mirina leşkeran ku ne di xema wan de ye, bi durûtiyeke mezin ji raya giştî vedişêrin. Divê tevaya gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyê û raya giştî bizane ku artêşa Tirk derbên giran dixwe û mirina eskeran vedişêr e.

Tenê bi veşartina mirinan jî namîne, cenazeyên gelek leşkeran jî li erazî dihêlin, terkî rizandinê dikin û nadin malbatên wan.”

HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

20’ê Hezîranê li Qada Werxelê bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker hat xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

20’ê Hezîranê li Girê Hekarî li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi tunelên şer ve werin, di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê FM jî bi çalakiya sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa heman rojê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi teqemeniyan tunelên şer yên li Girê Cûdî bombebaran bikin.
Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me bi awayekî hemwext li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Leşker, Girê Şehîd Şahîn û Girê Şehîd Bextiyar Operasyona Tolhildanê a Şoreşgerî pêk anîn.

Di operasyonê de li Girê Şehîd Çekdar çadireke dagirkeran hat rûxandin, li Girê Şehîd Bextiyar jî dagirkerek hat cezakirin. Di heman demê de sîstemeke kamera a mobesse û çekeke giran jî hatin rûxandin.

Tîmên me yên gerok li Girê Şehîd Cûdî jî bi sê aliyan li hêzên dagirker xistin. Di van çalakiyan de jî 25 dagirker hatin cezakirin û 2 çadir hatin rûxandin.

21’ê Hezîranê jî li Girê FM li hêzên dagirker hat xistin dema ku hewl didan bikevin nava tevgerê. Di vê çalakiyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin û dronek jî ku li ser qadê digeriya hat xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 20’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker 19 caran bi teqemenî û 5 caran jî bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer û 10 caran jî bi helîkopteran û bi obusan qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button