Li herêma Babê a dagirkirî di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 7 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin 7 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li ser mijarê daxuyaniyek da..
Li gorî daxuyaniyê, di 17’ê Hezîranê de li gundê Eblê yê bajarokê Babê yê dagirkirî 2 çalakî hatin lidarxistin.
Hate diyarkirin ku di encama van her du çalakiyan de 7 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha HRE’ê diyar kir ku di çalakiyan de wesayiteke çeteyan jî hatiye rûxandin.