Xwepêşandanên xelkê Siwêda didomin

Xwepêşandanên şêniyên Siwêdayî yên bi armanca pêkanîna daxwazan di meha 2’emîn de berdewam in.
Şênî banga pêkanîna biryara 2254 û başkirina rewşa jiyanî dikin.

Şêniyên bajarok û gundên Şehba herikîn qada Kerame û tevli serhildana xelkê Çiyayê El Ereb bû ku ev du meh in li dar e.

Xwepêşandêr daxwazên xwe tînin zimna.

Banga veguhastina siyasî, xurtirina têgeha nenavendîbûnê, pêkanîna biryara 2254, dûrketina Beşar Esed ji desthilatê, guhertina hikumetê û başkirina rewşa jiyanî dikin.

Xwepêşandêran îro jî pankartên “Azadî”, “Sûriyî li her derê dixwazin tu biçî”, “Erê ji qada Kerame re” û gelek pankartên din hildan.

Hêjayîî gotinê ye ku şêniyên Siwêdayê ev zêdetirî mehekê ye ku bi çalakiyan banga xweseriya Siwêdayê û Sûriyeke ne-navendî dikin.

Back to top button