Freedom House: Piştî 5 salan em hîna ji zanîna çi rûda

Despêkê balefir li ser Enqerê bi nizim firiyan.
Piştre komeke leşker bi tankan li ser aliyekê Pira Bogazê rawestiyan û rê li trafîkê girtin.
Gule li ser welatiyan re hate berdan.
Di demeke ku bi balefiran Meclista Tirkiyê hate bombebarankirin de, 250 kes mirin.
Tişta ku 15’ê Tîrmeha 2016’an pêk hatî weke “hewildanek darbeyê” cihê xwe di dîroka tirkiyê de girt.
Di nava pênc salan de rejîma Erdogan, welat bi rewşa awerte û bi şêwazê dîktatorane birêve bir.

Di ser hewla derbeyê re pênc sal derbas bûn.

Di vê heyama du salên despêkê de rewşa awarte hat îlan kirin û nêzê 300 doz hatin vekirin.

Zêdeyî 125 hezar karmendên dewletê bi hinceta ku bi rêxistina bi navê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ve girêdayî ne, ji peywirê hatin girtin.

Nêzîkê 200 saziyên çapemeniyê hatin girtin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên miroan yên navneteweyî, piştî hewldana darbeyê Tirkiye di warê azadiyê de bi paş ketiye.

Li gorî raporên Freedom House, ku navenda wê li DYA ye, “Cewherê deshilata hikumetê piştî hewildana darbeya 2016’an bi tevahî hate yekkirin. Yê ku li dijî vê yekê derket jî zextên tuj li wan hatin kirin. ”

Rêveberê Lêkolînê yê Freedom House, pisporê Avrasya û Tirkiyê Nate Schenkkan di sala pêncemîn a darbeyê de pêvajo ji Dengê Amerîka re nirxand.

Schenkkan diyar kir zexta zêde ya li ser çapemeniya Tirkiyê piştî darbeyê zêdetir bû.

2016’an ne tenê li dijî tevgera Gulen zext hate kirin.

Hêzên Kurd û çepgir jî rastî zextên zêde hatin.

Her wiha bi destguhertina Medya Dogan û firotina CNN Tirk û Hurriyetê, çapemeniya li Tirkiyê jî bandor bûn.

Freedom House, di rapora ‘zexta navneteweyî’ ya Sibata 2021 weşandî de ragihandibû ku dewleta Tirk, yek ji welatên herî zêde ji derveyî sînorê xwe oparasyonên revandinê pêk tîne.

Di raporê de, hate diyarkirin ku piştî darbeyê ji 31 welatên ku Tirkiye destnîşan kirî, 100 kes bi oparasyonên taybet girtine.

Serokomarê Tirk Erdogan yê ku bi darbeya plankirî 5 sal temenê deshilata xwe dirêj kirî, niha di nava krîzê de ye.

Ji bo derketina ji vê krîzê jî careke din dest bi nivîsîna senaryoya şanoyekê dike.

Piştî 5 salan ji destilata rejîma AKP’ê, Tirkiye di nava krîza aborî û siyasî de maye.

Back to top button