Rektorê Qeyûm Bûlû piştî berxwedana xwendekaran ji erk hate girtin

Prof. Dr. Melîh Bûlû ku weke qeyûm bû rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê, di encama berxwedana xwendekaran û raya giştî ya demokratîk de ji wezîfeyê hate girtin.

Prof. Dr. Melîh Bûlû yê AKP’î ku beriya 6 mehan ji aliyê Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve weke qeyûm hate tayînkirin, ji wezîfeya rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hate girtin.

Biryar li Rojnameya Fermî hate weşandin.

Li dijî Bûlû, ku ji roja hate tayînkirin û pê ve daxwaza îstifaya wî hate kirin, xwendekaran û akademîsyenan çalakî kirin.

Di van çalakiyan de ku bi mehan dewam kirin, gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Piştî Bûlû ji erk hate girtin, bi wekaletî Prof. Dr. Nacî Încî tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin.

Back to top button