Dirbêsiyê-Cenazeyê şehîd Dilşêr Dirbêsiyê hat veşartin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Dilşêr Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spart axê.

Şervanê QSD Elî El Casim (Dilşêr Dirbêsiyê) 15’ê Îlonê dema erka xwe bi cih dianî li navçeya Til Temirê şehîd bû.

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê tevlî merasima oxirkirina cenazeyê şehîd Dilşêr bûn.

Di merasîmê de bi navê meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:

Kes nikare îradeya me têk bibe û emê parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

Soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.

Dawiyê nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenaze bi siloganan hat veşartin.

Back to top button