Xwepêşandanên li Siwêdayê didome

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dike.
Îro jî girseya gel ji gund û bajarokên Siwêdayê ji bo ku beşdarî xwepêşandanên li navenda bajêr bibin, li Qada Keramê ya bajêr kom bûn.

Xelkê bajêr, ji bo pêkanîna biryara 2254’an, xurtkirina nenavendîbûnê bi rêya avakirina hêzeke nîştimanî ya demokratîk, serbestberdana girtiyan û başkirina rewşa jiyanî, li qadan e.

Girseya gel ji gund û bajarokan berê xwe dan Qada Keramê ya bajarê Siwêdayê.

Di xwepêşandanê de durûşmên “Sûriye azadiyê dixwaze”, “Beşar here” hatin berz kirin û pankartên “Siberoja Sûriyê û zarokên wê bi pêkanîna biryara 2254′an dest pê dike” hatin hildan.

Back to top button