Piştî 87 sal ji êş, azar û denbêjiyê Bilbilê Amedê koça dawî kir

Seydo Şîmşek an jî bi navê ku em nas dikin Seyîdxanê Boyexçî.

Piştî 87 sal ji êş, azar û dengbêjiyê îro koça dawî kir.

Ji ber kilam û dengê xwe yê xweş, Amediyan jê re digotin, ” Bilbilê Amedê”.

Seyîdxan ji kilam û dengbêjiya xwe berhemek zêde li pey xwe hişt.

 

Dengbêj û navdarê Kurd Seydo Şîmşek ku bi navê Seyîdxanê Boyaxçî tê naskirin sala 1933’an li gundê Lexerî ya bi ser Erxeniya Amedê jidayîk bû.

Dema Seyîdxan hê 4 salî bû bavê wî wefat kir û mamê wî, ew mezin dike.

Seyîdxan ji ber rewşa hejariyê nekarî dibistanê bixwîne.

Dengbêjê Kurd ji temenê xwe yê 15 saliyê ve li navçeya Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kir.

Li koçe û kolanan 25 sal ev kar dewam kir.

Demekê jî di Şaredariya Amedê de weke karmendê paqijkirinê xebat kir.

Piştî demek dirêj ji kar û xebatê, Seydo Şîmşek ango Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dest bi gotina kilaman kir û li gel bi dehan kilamên wî navî wî di nav xelkê de belav bû.

Di demek kin de, êdî di nava Amediyan de, weke bi navê “Bilbilê Amedê” dihat naskirin.

 

Seyîdxanê dengbêj ku 87 salî bû ev demek dirêj bû, nexweş ketibû.

Seyîdxanê Dengbêj ji ber lewazbûna bedena wî ya li hember mikroban felç bûbû û dihat dermankirin.

Seyîdxan, piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê de bi ser neket îro koça dawî kir.

Ji Seyîdxanê dengbêj gelek stran û dengê bedew weke mîrasekî ji dengbêjên kurd re ma.

Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî wê li Goristana Yenîkoy a li Rezan a Amedê were oxirkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî li ser malpera xwe, ji malbata Seyîdxan û gelê Amedê re sersaxî xwest.

Back to top button