Dewleta Tirk li Dêrikê erebeyek bombe kir

Dewleta Tirk vê êvarê êrişî herêma Dêrikê kir. Balafireke bê mirov erebeyek li derdora Kampa Newroz bombebaran kir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku deweleta Tirk erebeyek li nêzî Kampa Newroz a koçberan bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê birîndar çêbûne.

Heta niha Hêzên Asayîşê tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Dewleta Tirk ji destpêka salê de, bêhitrî 60 carî bi balafiran êrişî herêmê kiriye û di encamêde de bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.

Şêniyên Dêrikê êrişa dewleta Tirk a li Dêrikê şermezar kir

Şêniyên Dêrikê berê xwe dan cihê bûyerê û bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin û gotin: Destwerdana dewletên garantor ku li hember van sûcan bê deng maye, di komkujiyên dewleta Tirk li dijî sivîlan, îsbat dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li hember komkujiyên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê, bê deng namînin û dê tola xwe ji hevkarên dewleta Tirk û çeteyên wê hilînin.

Back to top button