Heyeta HDP’ê hevdîtin bi CPT’î re kir ku demek berê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP’ê Faîk Yagizay têkildarî mijarê ji ajansa mezopotamyayê re axivî û ragihand ku rayedarên CPT’yê diyar kirine ku li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Ocalan û girtiyên din re kirine.
Yagizay anî ziman ku CPT’yê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê tiştek bi wan re parve nekiriye û got:
“Ji me re gotin me yek bi yek hevdîtin bi 4 kesên di Girtîgeha Îmraliyê de kiriye.
Ji xeynî vê em nikarin tu tiştî bibêjin.”
Diyar kirin ku dê rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan bişopînin.
Ji bo rapora der barê serdanê de jî anî ziman ku ev girêdayî dewleta têkildar e û gotin:
“Em jî dixwazin bê zanîn bê em çi pêşniyazî Tirkiyeyê dikin.
Lê mafê weşandina wê înîsyatîfê dewleta Tirkî ye.
Tişta dikeve ser milê me, em biçin wir, raporê amade bikin û doza weşandina wê li wan bikin.”