Welatiyên navçeya Soran a bajarê Hewlêrê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û daxwaz ji aliyên siyasî û rewşenbîran kirin ku li hemberî êrişên bisekini.
Welatiyê bi navê Faris Dijebaw dibêje :
” Peyama min ji bo tevayî gelê Kurd ewe ku êdî li beramberî êriş dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Êdî dema yekgirtin û yekbiryariya li dijî dewleta Tirk a faşîste .”
Faris diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji destpêka damezrandina xwe ve dijminahiya gelê Kurd dike.
Bi hezaran Kurd kuştiye û xistiye girtîgehan.
Welatiyê bi navê Keywan Balek jî ji aliyê xwe ve wiha got :
“Pêwîste desthilata Kurdî dengê xwe derxe û êdî di beramberî vê dagirkeriyê de bêdeng nemîne.
Em daxwaz ji serokatiyên başûrê Kurdistan û Iraqê dikin helwesta xwe li beramberî van binpêkirinên Tirkiye û Îranê nîşan bidin.