15 rêxistinan li dijî dagirkeriyê Tirk banga têkoşînê kirin

15 rêxistinan li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê banga têkoşînê kirin. 

15 rêxisitnên ji çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyê li bajarê Koln yê Almanyayê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de pankartên ‘Li dijî dagikerî û qirkirin, her der Avaşîn, Zap û Metîna ye’ û ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ hatin hildan.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê banga helwest û têkoşîna hevpar jî hat kirin.

Piştî daxuyaniyê nûnerên sazîyan û hunermendan helwesta xwe nîşan dan û bang li YE û NATO’yê kirin ku piştgiriya bi dewleta Tirk re bi dawî bikin.

Bang li Kurdan jî hat kirin ku li dijî dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.

Back to top button