YPG: Hevrêyê me Rûbar Rrzincan ji ber nexweşiyê şehîd bû

Navenda Ragihndin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku hevrêyê wan Rûbar Erzîncan ji ber nexweşiyê, di 23’yê Hezîranê de şehîd bûye.
YPG’ê di şexsê şehîd Rûbar de tevahî şehîdên şoreşê birêzdarî bibîr anîn û ji malbata şehîd û gelê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Rûbar Erzîncan ji ber nexweşiyê tev li karwanê şehîdan bûye

YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di nava deh salên şoreşê de bi hezaran ciwanên Kurd beşdarî nava refên şoreşa azadiyê bûn û li hemberî hêzên çete û dagirker canê xwe kirin mertal û wiha domand:

“Tevahî cîhanê şahidî ji lehengiya şervanên YPJ-YPG’ê re kirin.

Şahidî ji lehengiya Arîn, Îlan û Gelhatan re kir.

Her şervan û fermandarekî YPG bê teredut, bi wêrekiyeke mezin destûr nedan ku hêzên çete û dagirker destê xwe dirêjî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Gav bi gav ev xakên pîroz ji çeteyên DAİŞ’ê rizgar kirin.

Yek ji van lehengan jî rêhevalê me Rûbar Erzîncan bû.”

YPG’ê destnîşan kir ku Rûbar bi fikr û felsefeya Rêber APO ya netewa demokratîk dil û mejiyê xwe ava kiribû, di kêliyên herî giran ên şoreşa Rojava de ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li hemberî hêzên çete parastina gelên herêmê kir.

YPG’ê derbarê kesayet û berxwedana şehîd Rûbar de ev tişt gotin:

“Heval Rûbar bi dilnizmî û fedekariya xwe, kete dilê gel û rêhevalên xwe.

Ji hêzên dagirker û faşîst re nîşan da ku gelên Kurdistanê di ruh û mejiyê xwe de sînorên dagirkeriyê rakirine û bûne yek dil û yek ruh.”

YPG’ê da zanîn ku şehîd Rûbar di salên dawî de bi nexweşiya pençeşêrî ketiye û got:

“Wî li gorî şert û mercên şoreşê hem tedawiya xwe didît, hem jî kar û xebatên xwe dida meşandin.

Tevî ku nexweşiya wî pir giran bû jî, lê hevalê Rûbar bi heman coş û moralê, bi biryardariyeke hê xurtir beşdarî xebatên şoreşê dibû.

Jiyan û tekoşîna hevrêyê me Rûbar û destana lehengiya bi hezaran şehîdên me, ji bo me fermana bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî dide.”

YPG’ê di şexsê şehîd Rûbar de tevahî şehîdên şoreşê birêzdarî bibîr anîn û ji malbata şehîd û gelê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Rûbar Erzîncan
  • Nav û Paşnav: Aykan Koç
  • Navê Dayikê: Husnîye
  • Navê Bav: Bînalî
  • Cihê ji Dayikbûnê: Erzingan
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Hasekê | 23’yê Hezîrana 2022’an
Back to top button