Rapora CPT’î li ber destê rayedarên Tirk e

CPT’yê diyar kir ku rapora xwe ya der barê serdana xwe ya Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û divê rayedarên Tirk biweşînin lê heta niha rapor neweşandine. 

CPT’î di Îlona 2022’yan de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê aşkera nekiribû ka bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.

Li gorî Jinnewsê CPT’yê diyar kiriye ku rapor radestî dewleta Tirk kirine û wiha gotiye:

”Rapora têkildarî serdana bi sernavê serdanên Ad Hoc ên li Tirkiyeyê hatine kirin, ji aliyê CPT’yê ve di Adara 2023’yan de hatiye qebûlkirin û piştre radestî rayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rayedarên Tirkiyeyê dê ji bo aşkerakirinê biryarê bidin.”

Hat diyarkirin ku aşkerakirina raporê ji însiyatîfa Tirkiyeyê re hatiye hiştin û bal kişandin ser xala 11’emîn a Peymana Ewropayê ya der barê Pêşîgirtina Binpêkirina Mafan û Îşkenceyê. Di xala 11’emîn de jî îfada ‘Komîte di rewşa ku daxwazên aliyên têkildar de, bi şîroveyên aliyên têkildar re wê raporê aşkera bike’ heye.

Back to top button