Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Umran El-Hamid li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir. Her wiha di merasîmê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) hate ragihandin.
Şêniyan cenazeyê şehîd Umran El-Hamid ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê û Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di merasîmê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê (Qendîl) ê ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye hate eşkerekirin.
Di dawiyê de Şêniyan cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.



