Tevî agirbestê, Wîfaq û çeteyên Tirkiyê êrîşan didomînin

Insiyatîfa Qahîrayê ya ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê îro dikeve meriyetê. Lê tevî wê hikûmeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn êrîşên xwe domandin.

Di bersivdayîna Artêşa Niştimanî de jî gelek çekdarên hikûmeta Wîfaqê û fermandarên Tirk hatin kuştin. Rûsya jî derbarê hewildanên Misirê ya çareserkirina aloziya Lîbyayê de bang li hikûmeta Wîfaq a Ixwanî kir ku bi erênî nêz bibe.

6’ê Hezîranê, serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefger berê xwe dabû Misirê û bi serokomarê wê Ebdulfetah El-Sîsî re rûniştibû.

Aliyan ji bo dawîkirina aloziya Lîbyayê, daxuyaniyek da û insiyatîfeke nû da destpêkirin.

Li gorî wê pêwîst bû îro hemû aliyên Lîbî bikevin agirbestekê giştî li welêt.

Lê îro çekdarên hikûmeta Wîfq a Ixwanî tevî çeteyên dewleta Tirk dest bi êrîşên xwe li bajarê Sêrtê kirin.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Niştimanî bersiv da û êrîş şkandin.

Artêşa Niştimanî ragihand ku hêzên parastina asîmanî li rojavayî bajarê Sêrtê balafireke Tirkî xist xwarê.

Artêşa Niştimanî duh di derengiya şevê de jî êrîşek bir ser baseke mezin ku tê de hejmareke fermandên Tirk hebûn.

Kesên di basê de û hedefên din jî ku berê wan li herêma Sêrtê bû hatin kuştin.

Her wiha hatibû ragihandin ku hêzên artêşê ketîbeyek topavêj bi temamî imha kir, ku tê de 3 topavêj Tirkî û 2 tank û 6 erebyên leşkerî hebûn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî piştgiriya xwe bi hewildanên Misirê ya çareseriya aloziya li Lîbyayê nîşan da.

Wezareta Derve got, ev insyatîfa Qahîrayê giştî ye û dibe ku bibe bingeha danûstandinên navbera aliyên Lîbî de û pêwîst e hikûmeta Wîfaq a Ixwanî jî bi erênê nêzî vê insiyatîfê bibe.

Yekîtiya Ewropayê jî isiyastîfa Qahîrayê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bi “erênî” bi nav kir.

Back to top button