Şervanên QSD’ê di pêngava têkibirna şaneyên DAIŞ’ê de, herî dawî 11 çete girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyekê encamên roja 5’an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:
“Şervanên QSD’ê operasyonên paqijkirin û serdegirtinê bi awayekî rêxistinkirî û koordîneyekê bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî re didomînin.
Li xeta sehra ya li beramberî sînorê Iraqê, hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyona Navnetewî girtin ser nuqteyên şaneyên DAIŞ’ê.
Di encamê de 11 terorîst hatin girtin.”