Dagirkeriya Tirk erebeyên li ser rêya Til Temir-Zirgan digire hedef

Dagirkeriya Tirk bi qilêşê erebeyên li ser rêya Til Temir -Zirganê kir hedef. Dagirkeriya Tirk di çend rojên borî de tevgera xwe li herêmê zêde kiriye û xendekan dikole.

Dewleta Tirk a dagirker bi qilêşan erebeyên li ser rêya Til Temir û Zirganê li hember gundê Eboş hedef girtin.

​​​Dagirkeriya Tirk tevgerên xwe li eniya Til Temirê zêde kirin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” nuqte û baregehên xwe amade dikin.

Di saetên derengiya şevê de, dagirkeriya Tirk li piraniya gundên li eniya Til Temirê tevgera xwe zêde kirin.

Her wiha dewleta Tirk di saetên derengiya şevê de xendek kolandin, satirên axî bilind kirin.

Ajansa ANHA bi dîmen belke kir ku dewleta Tirk satirên axî li wan baregehan bilinkirine.

Ji gundê Menax ê navçeya Til Temirê heta bi girê gundê Amiriye yê li ber rêya M4 a li rojavayê navçeyê ve, nêzî 10 baregehên leşkerî hatine avakirin

Back to top button