Operasyonên qirkirina siyasî, zext û binpêkirinên hikumeta faşîst a AKP’ê li ser civakê her roj zêde dibin.
Li Amed û Colemêrgê di serdegirtinên malan de gelek rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin.
Her wiha li ser rojnameger û girtiyên zindanan jî ev binpêkirin û zext berdewame.
Girtin, binçavkirin û operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zêde bûne.
Li dijî rêveberên HDP û DBP pêla binçavkirinê didome.
Li navçeyên navendî yên Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Piştî lêgerîna li malan polîsan 7 Hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê binçav kir.
Hênceta binçavkirinê nehat zanîn .
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kesên ji bo piştgirtiya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê binçav kirin.
DI MIJDARÊ DE 9 ROJNAMEGER HATIN CEZAKIRIN
Li aliyê din zext û zordariya li ser rojnamegeran jî her ku diçe zêdetir dibe.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir.
Li gorî raporê bîlançoya meha mijdarê wiha ye:
* Bi giştî 173 rojnameger girtî ne
*9 rojnameger hatin binçavkirin
*2 rojnameger hatin girtin
*10 rojnameger hatin darizandin
* 1 kovar rastî serdegirtina polîsan hat
* 2 rojnameger doz li wan hatin vekirin.
* 9 rojnameger hatin cezakirin.
LI GIRTÎGEHA AMEDÊ ZEXT Û ZORDARÎ ZÊDETIR DIBIN
Di heman çarçoveya zext û binpêkirinên hikumeta faşîst a AKP’ê bi her awayî li ser girtiyan jî zêde bûye.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 1’ê ya Amedê diyar kirin ku zext û zordariya li ser wan bi rengekî sîstematîk didome.