“PÊWÎSTE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRIYA ÇALAKIYÊN HDP’Ê BIKE”

Li başûrê Kurdistanê girav birçîbûnê ya nûnertiya HDP’ê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û Leyla Guven dewam dike.

Çalakvanên civaka sivîl yên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku pêwiste hemu rêxistinên Başûrê kurdistanê piştgiriya çalakiya greva birçîbunê ya nûnertiya HDP’ê ya li Başûr bike.

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê ev 15 rojin girava birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven daye destpê kirin.

Ji wê demê ve nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gel serdana çalakiyê dikin û piştgiriyê didinê.

Di vê çarçoveyê de çalakvanên civaka sivîl piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbunê anîn ziman û ji RojNews re axivîn.

Çalakvanê civaka sivîl Nehro Ellayî got ku çalakiya greva birçîbunê ya li Başûrê Kurdistanê girînge.

Ji ber ku çalakî bi rêya aştiyê bi destxistina mafên rewa yê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistan û hemu navçeyên wê ye .

Çalakvanek din a binavê Selam Kemal jî li ser heman mijarê axivî û got;

Pêwîste rêxistinên civaka sivîl yên Başûrê Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafên rewa piştgiriya hemu çalakiyan bikin û bi aliyên din yên Kurdistanê re bibin yek.

Leave a Reply

Back to top button