Piştî êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li ser bajarê Sebrata yê Lîbyayê, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed El-Mismarî teqez kir ku, DAIŞ û Qayîdayê beşdarî vê êrîşê bûbûn.
Mismarî duh diyar kir ku, di vê êrîşê de, çeteyên “Ensar el-Şerî’a” ku ji Benxazî reviyabûn, aniha li devera Cemîl a li nêzî sînorên Tûnisê bi cih bûne.
Berdevkê Artêşa Niştimanî eşkere kir ku, çeteyan di vê êrîşê de, gelek mal û çewlik şewitandin û gelek sivîl jî revandin.
Tevî vê yekê jî, li gorî Mismarî, Artêşê karîbû karînên çeteyan li gelek deveran têk bibe, di nav de, çeteyên Sûrî û navendên dronên dewleta Tirk.