Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê: Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriyê, xwedî rol be

Ji bo êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Zînewertê, Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê, Tevgera Azadî û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê, bang li PDK’ê û YNK’ê û tevahî partiyên siyasî kir ku bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin û nehêlin planên dagirkeriyê bi ser bikevin.Wezareta Pêşmerge jî ragihand ku şandina Lîwaya 7’an a piyade ji bo devera Zînewertê, li ser daxwaziya Komîsyona Bilind a li dijî vîrûsa Coronayê çûye. 

Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê, girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku di peydakirina çareseriyeke aştiyane de, xwedî rol bin, da ku destwerdanên Tirkiyê dubare nebin.

Tevgera Azadî: Şandina lîwaya 7’an, armancên dewleta Tirk a dagirker bi cih tîne

Li aliyekî din, Tevgera Azadî têkildarî rewşa Zînewertê daxuyaniyeke da û got:

“Li gorî me, şandina foceke lîwaya 7an, armanc û daxwaziya dagirkerên Kurdistanê û bi taybet dewleta Tirk, bi cih tîne.

Em weke Tevgera Azadî, daxwaziyê ji hêzên Pêşmerge dikin ku, metirsiya DAIŞ’ê ya li Kerkûk, Daqûq, Xaneqîn û herêmên din kêm bikin, ne ku di vê dema hestyar de gelê me rastî gefên curbecur û şerê navxweyî bîne.”

Tevgera Azadî: Divê PDK û tevahî partiyên siyasî bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin

Tevgera Azadî, bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê û tevahî partiyên siyasî kir ku bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin û nehêlin planên dagirkeriyê bi ser bikevin.

KNK: Divê PDK û YNK’ê hêzên xwe ji zînewertê vekişînin û vê pirsgirêkê çareser bikin

Di heman demê de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi daxuyaniyekê bang li PDK’ê û YNK’ê kir ku hêzan ji Zînewertê vikişînin û bi diyalogê, vê pisrgirêkê çareser bikin.

KNK’ê ji tevahî kesayetên siyasî, rewşenbîr û akademîk xwest ku helwesteke navbeynkar nîşan bidin, da ku alozî kûrtir nebe.

Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê: Lîwaya 7’an, li ser daxwaziya komîsyona bilind çû herêma Zînewetê

Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî der barê şandina Lîwaya 7’an a piyade ji bo devera Zînewertê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Wezaretê diyar kir ku şandina vê lîwayê, li ser daxwaziya Komîsyona Bilind a li dijî vîrûsa Coronayê, ji bo pêkanîna biryarên Wezareta Tenduristiyê ya hikumetê ye.

Wezaretê her wiha anî ziman ku ev hêz, wê demkî li wir bimaya û ji mafê hêzên Pêşmerge ye ku ji bo her devereke Başûrê Kurdistanê, bikeve nava tevgerê.

Dewleta Tirk a dagirker, duh herêma Zînewertê ya di navbera çiyayê Karox û Qendîlê de, bombebaran kir. Piştî wê bi çend saetan jî, dronên wê, sivîlên Wargeha Mexmûrê jî kirin armanc.

Back to top button