Emar El-Hekîm, êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir

Serokê Şepêla El-Hikme ya Niştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm jî êrîşa dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û got “Em teqez dikin ku divê hikumet berpirsyariya xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne.”

Serokê Şepêlê li ser malpera xwe ya Twitterê êrîşa dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir.

El-Hekîm got:

“Bi navê çi dibe bila bibe, binpêkirina xaka Iraqê nayê qebûlkirin.

Çawa balafirên şer ên nenas wargeha Mexmûrê bombebaran kir?”

Em van binpêkirinên ji aliyên cuda ve şermezar dikin û teqez dikin ku divê hikumet erka xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne.”

Şepêla El-Hikme ya Niştimaî, ji partiyên siyasî yên Iraqî ye, di Tîrmeha 2017an de ji aliyê Emar El-Hekîm ve hate damezirandin û heta niha ew serokatiya wê dike.

Back to top button